Dibistana ji bo zarokên ji 6 salî heta 15 salî

Li Yûnan, dibistanên seretayî ê gelemperî-dewletê bê pere nin û ji bo hemî kesa nin.

Dewleta Yûnan heqê pirtûkên zarokên we dide, lê heqê amûrên dibistanê ê din û veguhestina-çûyin û hatina zarokan a dibistanê û mal nade.

Agahiyên bingehîn ji bo tomarkirina zarokan li dibistana seretayî ji bo sala 2018-2019’an

  • Hemî zarokên ku di 2012’an da xwedêdane, pêwiste li pêşdibistana nêzîkî xwe werin tomarkirin îsal, ji bo ku dersên pola ewil bişopînin.
  • Dema tomarkirinê ji 2’ê Gulanê 2018 heta 18’ê Gulanê 2018 ye
  • Zarokên ku vê gavê dersan li dibistana seretayî dişopînin bixwe-otomatîk wê ji bo pola a din werin tomarkirin.

Eger min di wexta tomarkirinê da min xwe pêranegihand çi dibe?

Eger we di wexta tomarkirinê da xwe pêranegihand jî, hûn dikarin xwe tomar-qeyd bikin. Lê Wezareta Perwerdahiyê balê dikşîne ku tomarkirin di wexta xwe da werin kirin daku îhtimala zarokê we ciyekî di dibistana seretayî da bibîne zêdetir be.

Dema ku ez li benda Hevgîhandina Malbatê me çi dibe?

Ji bo welatekî din hûn li benda Hevgîhandina Malbatêbin jî pêwiste zarokên we werin tomarkirin. Tomarkirina zarokên we tesîrê li ser çûyana we a ji Yûnan nake.

Zarokên min wê li dibistana seretayî a gelemper-dewletê wê pola taybetî a pêşwaziyê bişopînin?

Bernameya Yûnanî ‘’qada pêşîniya perwerdahiyê’’ a dersên taybetî ê pêşwaziyê û alîkariyên din ji bo zarokên penaberan ê ji 6 salî heta 15 salû û her zarokekî ku bi hêsanî nikare zimanê yûnanî bikarbîne henin. Eger pêwsitî hebe zarok dikarin dersên van palon bişopînin. Şopandina dersên van polan ne mecbûriye.

Ji bilî dersên pola pêşwaziyê, zarokên penaberan dîsa wê bi xwendevanên yûnan re polên dibistanê bişopînin.

Di dema vekirina dibistana a 2018-2019 da, Wezareta Perwerdahiyê wê li gorî hewceyiyan ê her dibistanekê wê dest bi birêxistinên polên pêşwaziyê li dibistanê seretayî ê yûnan bike.

Primary-School-1

Dema ku zarokên min bi yûnanî qet nizanin çi dibe?

Sala dibistanê a 2018-2019, ji bo zarokên ku qet bi yûnanî nizanin û zarokên ku hîn nu gihîştinê Yûnan, wê Wezareta Perwerdahiyê ji bo zarokan wê li zêdetirên navendên mêvanxana dersên piştnîvro bidin.

Ev polên-dersên piştnîvro ku dersên yûnanî, îngilîzî, matematîk, werziş-jîmnastîk, huner û kompûterê saet di 2:00 an da dest pêdikin saet di 6:00 an da bi dawî dibin.

Zarokên ji 6 salî heta 15 salî dikarin van dersana bişopînin, ev dersana wê di dibistanên normal da bên kirin û hatiye plankirin ku wê di Cotmehê da dest pêbikin.

Ji bo zêdetir agahiyan ji Kordînatorekî Perwerdeyê ji bo Penaberan ê li navneda mêvanxana xwe bipirsin.

Ji bo tomarkirinê kî dikare alîkariya min bike?

Eger hûn li xaniyan an jî li ciyên mêvanxanên, ku di bin berpirsiyariya rêxistinikêda nin dimînin, ji karkerekî an jî ji şewirmendê civakî ê rêxistinê bipirsin bila alîkaria we bikin.

Eger hûn li navendek mêvanxanê dimînin, li vir bi Kordînatorê Perwerdeyê ji bo Penaberan ê Wezareta Perwerdahiyê re bikevin têkiliyê.

Eger hûn li xaniyekî bi serêxwe dimînin, ji me re peyamekê-rîsaleyekê bişînin facebookê, daku em hewlbidin ji we re rêxistinekê bibînin ji bo ku alîkariya we bike.

Tomarkirin çawa dibe?

ji bo hûn werin tomarkirin pêwsite biçin dibistanek gelemperî-dewletê a nêzîkî we. Hûn dikarin di dema dibistanê da her kêliyekê werin tomarkirin. Eger hûn di karin ji şewirmendê civakî ê rêxistinekê alîkariyê bixwazin.

Eger pêwistbe bi serê xwe biçin dibistanekê û hûn bi yûnanî û îngilîzî naxivin-napeyivin, hûn dikarin vê nameyê (yûnanî, îngilîzî, erebî, farsî û urdû) bi xwe re bibin, di wir da dinivisîne ku hûn ji bo tomarkirinê alîkariyê ji dibistanê dixwazin.

Primary-School-2

Çi pêwsite bi we re hebe

Όταν επισκεφτείτε το σχολείο για να κάνετε την εγγραφή, πρέπει να έχετε μαζί σας:

  • Belgeya derzî-aşîkirina zarok. Bibîne li vir hûnê çawa zarokên xwe aşî-derzî bikin.
  • Belgeya îspatkirina navnîşan-addresa we. Eger hûn li xaniyê xwe dimînin, hûn dikarin fatûra heqê elektrîkê-kehrebê ku li ser navê we û navnîşana we dinivisîne bi xwe re bînin. Di rewşên din da hûn dikarin li vir bibînin hûn çawa dikarin belgeya navnîşan-addresa xwe peyda bikin.
  • Qerta pêştomarkirinê, qerta bi temamî tomarkirinê an jî qerta rûniştinê-îqamê a zarokê xwe. Dibistanê wê fotokopî-sûretek wê derxine wê fotokopiya wê bigre.

Eger belgeyên li jor bi we re tune bin jî, Gerînende-gerînenda-Midûra dibistanê pêwiste zaroka we tomarbikin.

Di dema tomarkirinêda ji dibistanê wê belgeyekê bidine we, ew belge gava ku hûn biçin nexweşxanê-klînkê pêwsite ew bi we re be. Hûn dikarin ji vê gavê da vê belgeyê li vir derxînin.

Doktorek wê zarokê we mêzebike û wê rapora doktor bide we, pêwiste hûn vê raporê bidin dibistanê.

Eger li pêşiya we pirsgirêk derketin holê

Eger di dema tomarkirina zaroka we a li dibistanê pirsgirêk derketin holê, hûn dikarin ji me re peyam-rîsale bişînin emê jî Wezareta Perwerdahiyê agahdar bikin.