Pêşdibistana ji bo zarokên penaberan ji 5 salî

Li Yûnan, Pêşdibistana gelemperî-dewletê bê pere ye, hemî zarokên temenên 5 salî, zarokên penaberan û ê daxwaza-taleba îlticayê kirine jî di nav de pêwiste werin tomarkirin.

Sala 2018’a, hemî zarokên ku di 2013’an da xwedêdane, pêwiste li pêşdibistana nêzîkî xwe werin tomarkirin. Dîsa di 2019’an da zarokên ku di 2014’an da xwedêdane pêwiste werin tomarkirin.

Zaroka min bi rastî dikare li pêştibistanê ciyekî bibîne?

Hûn dikarin pêvajoya tomarkirinê bikin, lê mimkûne zaroka we li pêşdibistana gelerî-dewletê ciyekî nebînî. Li nava bajêr herêmên ku mal lê pirr in, ciyên pêşdibistana gelemperî-dewletê gelekî bisînor-hindik in. Malbatên yûnanî jî gelekî hewldidin ji bo ku ciyekî li pêşdibistanê ji bo zarokên xwe bibînin.

Agahiyên bingehîn ji bo tomarkirina zarokan li pêşdibistanê ji bo sala 2018-2019’an
  • Îsal hemî zarokên ku di 2013’an da xwedêdane, pêwiste li pêşdibistana nêzîkî xwe werin tomarkirin.
  • Dema tomarkirinê ji 2’ê Gulanê 2018 heta 18’ê Gulanê 2018 ye
  • Îsal 184 şaredarî-belediye wê zarokên ne tenê 2013’an û lê ê di 2014’an da jî xwedêdane qebûl bikin.

Eger min di wexta tomarkirinê da min xwe pêranegihand çi dibe?

Eger we di wexta tomarkirinê da xwe pêranegihand jî, hûn dikarin xwe tomar-qeyd bikin. Lê Wezareta Perwerdahiyê balê dikşîne ku tomarkirin di wexta xwe da werin kirin daku îhtimala zarokê we ciyekî bibîne zêdetir be.

GR-kindergarten-3-1

Dema ku ez li benda Hevgîhandina Malbatê me çi dibe?

Ji bo welatekî din hûn li benda Hevgîhandina Malbatêbin jî pêwiste zarokên we werin tomarkirin. Tomarkirina zarokên we tesîrê li ser çûyana we a ji Yûnan nake.

Zaroka min wê di dawiya salê da sertîfîkayê werbigre?

Erê, zaroka we sertîfîkaya şopandina dersan wê werbigre.

Ev sertîfîka li dibistana seretayî a sala din wê tomarkirina zarokên we hêsantir bike.

Zaroka min wê pola taybetî a pêşwaziyê bişopîne?

Polên taybetî ê pêşwaziyê tune ne- zarokên we wê bi xwendevanê yûna re dersan bişopînin.

Zaroka min di 2014’an da xwededa ye. Dikare li pêşdibistanê were tomarkirin?

Cara ewil îsal, hindik şaredarî-belediye zarokên 4 salî jî li pêşdibistanê qebûl dikin. Hun dikarin ji karkerekî rêxistinekê an jî ji Kordînatorekî Perwerdeyê ji bo Penaberan bipirsin, eger hûn yek ji 184 şaredariyên ku zarokên 4 salî qebûl dikin dimînin, ji bo zêdetir agahiyan. Bikevin vir.

Ji bo tomarkirinê kî dikare alîkariya min bike?

Eger hûn li xaniyan an jî li ciyên mêvanxanên, ku di bin berpirsiyariya rêxistinikêda nin dimînin, ji karkerekî an jî ji şewirmendê civakî ê rêxistinê bipirsin bila alîkaria we bikin. Wê bi pêştibistana a nêzîkî we re bikevin têkiliyê, an jî ji bo tomarkirinê wê Kordînatorekî Perwerdeyê ji bo Penaberan alîkariya we bike.

Eger hûn li navendek mêvanxanê dimînin, li vir bi Kordînatorê Perwerdeyê ji bo Penaberan ê Wezareta Perwerdahiyê re bikevin têkiliyê.

Eger hûn li xaniyekî bi serêxwe dimînin, ji me re peyamekê-rîsaleyekê bişînin facebookê, daku em hewlbidin ji we re rêxistinekê bibînin ji bo ku alîkariya we bike.

LanguageClasses-4-1

Tomarkirin çawa dibe?

ji bo hûn werin tomarkirin pêwsite biçin pêşdibistana nêzîkî we.

Eger pêwistbe bi serê xwe biçin dibistanekê û hûn bi yûnanî û îngilîzî naxivin-napeyivin, hûn dikarin vê nameyê (yûnanî, îngilîzî, erebî, farsî û urdû) bi xwe re bibin, di wir da dinivisîne ku hûn ji bo tomarkirinê alîkariyê ji dibistanê dixwazin.

Piştrastbikin ku we hêjmar-reqemek ji bo daxwaz-talebê wergirtiye (bi yûnanî jê re dibêjin ‘’protokollo’’.

Çi pêwsite bi we re hebe

Gava ku hûn çûn dibistanê ji bo tomarkirinê pêwiste ev bi we re hebin:

  • Belgeya derzî-aşîkirina zarok. Bibîne li vir hûnê çawa zarokên xwe aşî-derzî bikin.
  • Belgeya îspatkirina navnîşan-addresa we. Eger hûn li xaniyê xwe dimînin, hûn dikarin fatûra heqê elektrîkê-kehrebê ku li ser navê we û navnîşana we dinivisîne bi xwe re bînin. Di rewşên din da hûn dikarin li vir bibînin hûn çawa dikarin belgeya navnîşan-addresa xwe peyda bikin.
  • Qerta pêştomarkirinê, qerta bi temamî tomarkirinê an jî qerta rûniştinê-îqamê a zarokê xwe. Dibistanê wê fotokopî-sûretek wê derxine wê fotokopiya wê bigre.

Eger belgeyên li jor bi we re tune bin jî, Gerînende-gerînenda-Midûra dibistanê pêwiste zaroka we tomarbikin.

Di dema tomarkirinêda ji dibistanê wê belgeyekê bidine we, ew belge gava ku hûn biçin nexweşxanê-klînkê pêwsite ew bi we re be. Hûn dikarin ji vê gavê da vê belgeyê li vir derxînin.

Doktorek wê zarokê we mêzebike û wê rapora doktor bide we, pêwiste hûn vê raporê bidin dibistanê.

Eger li pêşiya we pirsgirêk derketin holê

Eger di dema tomarkirina zaroka we a li dibistanê pirsgirêk derketin holê, hûn dikarin ji me re peyam-rîsale bişînin emê jî Wezareta Perwerdahiyê agahdar bikin.