Dibistana bo zarokên ji 15 heta 18 salî

Li Yûnanîstanê, zarokên ji 15 salî heta 18 salî dikarin dibistana Amadeyî-lîse (perwerdeya dereca dudiyan li Yûnanîstanê wisa tên bi navkirin), an jî dibistanên Amadeyî-Lîse a Pîşeyî (EPAL) bibijêrin.

Ji bo zarokên penaberan ê ji 15 heta 18 salî, gelek dibistanên Amadeyî-Lîse yên li welat polên pêşwaziyê wê werin vekirin.

Polên pêşwaziyê bo xwendevanên ku zimanê yûnanî wek zimanê dudiya fêrdibin hatiye plankirin û ev polana beşek ji bernameya perwerdahiyê ye. Dersên ku tê dayîn zimanê yûnanî û matematîkê e.


Agahiyên bingehîn ji bo tomarkirin-qeydkirina li dibistanên Amadeyî û dibistanên EPAL (dibistana Amadeyî a Pîşeyî) a sala 2018-2019

  • Dema tomarkirin-qeydkirinê di 14 Gulanê-meha 5’an2018 destpêkiriye û wê heta dawiya heyva-meha Hezîranê bidome.
  • Zarokên penaberan di nava sala perwerdahiyê da dikarin her kêliyê xwe tomar-qeydbikin. Lê, wek ku Wezareta Perwerdahiyê a yûnan jî radigihîne, piştî sê heyvên ewil ku di heyv-meha Kanûnê-heyva 12 da bi dawî dibe, ji bo xwendevanan gelekî zehmete valahiyan ku manin tije bikin, bi taybetî jî dersên taybetî ku tên xwastin û dersên labaratûvarî.
  • Zarokên ku vê gavê dersên dibistana Navendî dişopînin wê bi xwe-otomatîk li dibistanên Amadeyî an jî li dibistanên EPAL (dibistana Amadeyî a Pîşeyî) werin tomar-qeydkirin.
  • Xwendevan, di dema tomarkirin-qeydkirinê da pêwiste temenên wan di bin 18 salî re bin.

Tomarkirin-qeydkirin çawa tê kirin?

Ji sala perwerdahiyê a 2018-2019’an û pêve pêvajoya tomarkirin-qeydkirinê tenê bi rêya nû a platforma navnîşana elektronîk tên kirin.

Tenê dê û bavên ku Hêjmara Tomara-qeyda Bacê (AFM) û kod’a navnîşana elektronîk a TAXISnet hebin dikarin zarokên xwe bi rêya xizmetên navnîşana elektronîk a nu tomar-qeyd bikin.

High-School-GR-BL3

AFM ya min hîn nîne (Hêjmara Bacê). Ez dikarim xwe tomar-qeyd bikim?

Meraq nekin. Wezareta Perwerdahiyê ji Gerînende-Midûrên dibistanan xwastiye ku zarokên penaberan ên li Daîra Îlticayê Tomarkirina xwe a Ewil, Tomarkirina xwe a Bitemamî qedandine an jî statûya wan a parastina navnetewî hatiye naskirin û AFM’ya(hêjmara bacê) wan tunebe jî tomarkirin-qeydkirina wan qebûl bikin.

Ji wê belê, Wezareta Perwerdahiyê xwastiye ku, hemû daxwazên tomar-qeydkirinê bi rêya Kordînatorên Perwerdahiya Penaberan ên ku li wargehên mêvanxanên fermî û li navendên bajarên Yûnanîstanê kar dikin, an jî bi rêya Rêxistinên Sivîl ku ji bo babetên perwerdahiyê bi çalakin werin kirin.

Kî dikare alîkariya min bike?

AFM(hêjmara bacê) û kod’a navnîşana platforma elektronîk TAXİSnet a we hebe jî, Wezareta Perwerdahiyê şîret li we dike ku hûn bo tomar-qeydkirinê alîkariyê ji Rêxistinên Sivîl ku ji bo babetên perwerdahiyê bi çalakin bixwazin, ji ber ku ev pêvajoya tomar-qeydkirinê cara ewil tê bikaranîn û gelekî zahmet e.

Eger hûn di xaniyêkî ku rêxistinek piştgirî dide da dimînin, ji şewirmendê civakî an jî ji karmendekî rêxistinê ê din alîkariyê bixwazin. Wê bi rêxistineke di derheqê babetên perwerdahiyê zaneye an jî bi Kordînatorên Perwerdahiya Penaberan a herema xwe re bikevin têkiliyê ji bo pêvajoya tomarkirin-qeydkirinê.
Eger hûn li navenda mêvanxaneyeke fermî dimînin, li wargeha mêvanxanê bi Kordînatorên Perwerdahiya Penaberan a Wezareta Perwerdahiyê re bikevin têkiliyê.
Eger hûn di xaniyekî da bi serê xwe dimînin, hûn dikarin li rêxistinek ku di derheqê babetên perwerdahiyê da zaneye li nexşe-xerîta a Refugee.Info bigerin:

Education NGOs.

Dîsa hûn dikarin diFacebookê da ji me re peyamekê bişînin, û em ê hewlbidin we bigihîjinin rêxisitinekê bo ku karibe alîkariya we bike.

Çi belge-weraqe pêwistin bi min re hebin?

Ji bo ku hûn xwe tomar-qeyd bikin, pêwsit e:

  • qerta tomarkrina ewil, qerta tomarkirina bitemamî an jî destûra rûniştandinê-îkame a zarokên we. Dibistanê fotokopiyek wê derxîne û fotkopî-sûret wê werbigre.
  • belge-weraqa aşîkirinê-derziyê .
  • Belge-weraqa navnîşana mal-xanî. Eger hûn li xaniyekî-mal da bi serê xwe dimînin, hûn dikarin hesabê-fatûreya ceyran-kehrebê bigrin, ji ber ku di hesab-fatûra ceyran-kehrebê da nav û paşnavê we û navnîşana we tê nivisandin. Eger hûn li wargeha mêvanxaneyekê an jî bi piştgiriya rêxistinikê li xanî-malekê dimînin, ji rêxistina berpirsiyar belgeyek-weraqeyekê ku hûn li wir dimînin bixwazin. Ji bo rewşên din bibînin li vir hûn ê çawa dikaribin belge-weraqeya ciyê ku hûn lêdimînin peyda bikin.
  • AFM (hêjmara bacê) a we , eger hebe, û kod’a ketina platforma navnîşana elktronîk a TAXISnet.

Eger ev belge-weraqeyên li jor tên xwastin an jî AFM (hêjmara bacê) bi we re tunebe jî meraq nekin. Wezareta Perwerdahiyê rêbazî şandiye ji gerînende-midûrên dibistanan bo ku tomarkirin-qeydkirina zarokên we qebûl bikin. Belge-wereqên we yên kêm hûn dikarin piştre werînin.

High-School-GR-BL4

Eger hûn di bin 18 salî re nin û bê malbata xwe nin

Eger tu li Yûnanîstanê dimînî û di bin 18 salî re yî û bê malbata xwe yî, tu dîsa dikarî xwe li dibistana Amadeyî an jî li dibistana EPAL(dibistana Amadeyî a Pîşeyî) xwe tomar- qeyd bikî. Pêwiste weliyê te bi rêxistineke Saziya Sivîl ku di derheqê babetên perwerdahiyê da zaneye an jî bi Kordînatorên Perwerdahiya Penaberan bikeve têkiliyê bo ku alîkariyê ji bo pêvajoya tomar-qeydkirina te bikin.

Eger hîn welî ji te re nehatiye tayînkirin tu bi xwe dikarî biçî dibistaneke nêzîkî xwe û ji gerînende-midûrê dibistanê re bêjî ez dixwazim xwe tomar-qeyd bikim.

Pêwiste gerîninde-midûr ji dozgerê zarokên di bin hîjdesalî re nameyekê amade bike û bi vê nameyê ji dozger bixwaze ji te re weliyek were tayînkirin.

Tu dikarî dersan destpêbikî li dibistanê bişopînî, lê tu li bendeyî ku welî bo te were tayînkirin.

Çêtire tu bi karmendekî rêxistinekê ku piştgriyê didin zarokên di bin 18 salî re ku li vir li Yûnanîstanê bêkesin re biçî dibistanê. ji me re peyamê bişîne Facebookê û ji bo ku alîkariya te bikin em ê hewlbidin bo ku tu rêxistinek wisa bibînî.

Eger pirsgirikêk din derkeve pêşberî we

Eger dema we hewlda ji bo ku hûn xwe li dibistana Amadeyî an jî li dibistana EPAL (dibistana Amadeyî a Pîşeyî) xwe tomar-qeydbikin û pirsgirêk derkevin pêşberî we hûn dikarin ji me re peyam bişînin û em ê Wezareta Perwerdahiyê agahdar bikin.