Vê heftê, zarok li hemî Yûnanîstanê defterên xwe amade dikin û çente-tûrikên dibistanê tije dikin, û dîsa Sêşemiyê 11’ê Îlonê amadekariya sala nû a dibistanê dikin.
Eger hûn ji xwe dipirsin ku zarokên we dikarin biçin dibistanên yûnanî an na, hêsan bin, ji ber ku hemî zarokên penaberan statûya wan a penaberiyê çi dibe bila bibe li dibistanên yûnan tên qebûl kirin.
Eger Daîra Îlticayê-Xizmetên îlticayê an jî polês zarokên we tomarkirine, ji bo pelgên-weraqên wan pirsgirêk tune ye.
Lê, îspata aşî-derziyê pêwiste. Ji bo ku hûnê çawa zarokên xwe aşî-derzî bikin zêdetir li vir bixwînin.
Ji bo dema tomarkirinê meraq nekin. Bila di heşê we da bi ku zarokên penaberan di dema sala xwendinê da her kêliyê dikarin werin tomarkirin, piştî dema tomarkirinê jî dîsa dikarin werin tomarkirin.
Pol-safên zêdetir li hemî Yûnanîstanê
Sala nu a dibistanê bi nûçeyên xweş ji bo zarokên penaber û dê û bavên wan dest pêdike.
Dersên piştnîvro (an jî DYEP, wisa tên binavkririn) piştre wê di nîvê salê da dest pêbikin, û wê ji bo zarokên ku nu hatinin, hindikî an jî qet bi yûnanî niznin û li kampên fermî-resmî ji bo penaberan li nava welat dimînin.
Dersên taybetî ê piştnîvro wê li girav-cizîrên jêr dest pê bikin:
- Lesvos
- Xîos
- Samos
- Kos
Ev dersên piştnîvro wê li dibistanên nêzîkî kampên fermî ê penaberan werin dayîn. Dersên ku tê dayîn Yûnanî, Îngilîzî, Matematîk û Fîzîk e.
Û dîsa zarokên penaber wê tevlî dibistana fermî a destêsibê bibin, li vir wê normal bi xwendevanên xwemalî(Yûnan) re dersan bişopînin, û bo dersên xwe wê bi polên taybet (Pêşaniya Herêma Perwerdahiyê) piştgiriyê werbigrin.
Wezareta Perwerdahiya Yûnanîstanê daxwiyanî da ku wê ji bo sala dibistanê a îsal wê texrîben 1000 polên pêşwaziyê karbikin. Wezaret li dibistanê ji bo zarokan wê polên peşwaziyê ê din lê zêdebike, û cara ewil wê polên peşwaziyê li hemî Yûnanîstanê li dibistanên Navendî û Amadeyî biafirîne.
Li van polên-safên pêşwaziyê bi taybetî giraniyê wê bidin bi karanînan zimanê yûnanî , zarokên penaber wê bi zarokên Yûnan re bi hevre dersa zimanê yûnanî bişopînin.
Kordînatorên perwerdahiya penaberan ku ji bo Wezareta Perwerdahiyê kar dikin amadene ku di her asta-dereca perwerdahiyê da li kampên penaberan û li giravan-cizîran û li bajarên mezin li hemî Yûnanîstanê amadene ku alîkariya tomarkirina zarokan li dibistanan bikin.

Ez çawa dikarim zarokên xwe qeyd-tomar bikim?
Ji bo tomarkirinê tiştên pêwistin «Refugee.Info» hevkarî bi Wezareta Perwerdahiya Yûnan re kiriye û bo tomarkirina zarokan li dibistanê hemî agahî komkirin e.
Koma me ji bo zarokên 5 salî heta 18 salî hemî naverok wergerandiye zimanên Erebî, Farsî, Ordû, Fransizî û Yûnanî. UNICEF jî bi alîkariya saziya sivîl a METAdrasî naverok wergerandine zimanê Tirkî, Kurmancî û Soranî.
Pêşdibistan (bo zarokên 5 salî)
- Li vir (bi Îngilîzî) hûn dikarin bibînin zarokên 5 salî çawa qeyd-tomar bikin.
- Li vir bi Erebî
- Li vir bi Farsî
- Li vir bi Ordû
- Li vir bi Fransizî
- Li vir bi Yûnanî
- Li vir bi Tirkî
- Li vir bi Kurmancî
- Li vir bi Soranî
Dibistana Seretayî û Navendî(ji bo zarokên 6 salî heta 15 salî)
- Li vir bi (Îngilîzî) agahî ji bo qeyd-tomarkirina zarokên ji 6 salî heta 15 salî li dibistanan.
- Li vir bi Erebî
- Li vir bi Farsî
- Li vir bi rOdû
- Li vir bi Fransizî
- Li vir bi Yûnanî
- Li vir bi Tirkî
- Li vir bi Kurmancî
- Li vir bi Soranî
Dibistana Amadeyî a Giştî û Pişeyî-meslekî (ji bo zarokên 15 salî heta 18 salî)
- Li vir (bi Îngilîzî) tiştên ji bo qeyd-tomarkirina zarokên ji 15 salî heta 18 salî pêwiste hûn dikarin li vir bibînin.
- Li vir bi Erebî
- Li vir bi Ordû
- Li vir bi Frasî
- Li vir bi Fransizî
- Li vir bi Yûnanî
- Li vir bi Kurmancî
- Li vir bi Soranî
- Li vir bi Tirkî

Ferhengek biçûk a Yûnanî ku pêwiste ji bo dibistanê
Koma «Refugee.Info» dîsa ferhengek biçûk û xweş ji bo dibistanan ku tê çapkirin ji bo ku alîkariya we û zarokên we bike da ku hûn hindik peyvên yûnanî ê bingehîn hînbibin ji bo ku hûn dikaribin bi mamoste, midûr-gerînende ê dibistanê re û bi zarok û dê û bavên zarokên din re biaxivin afirandiye.
Ji bo hemî kesî saleke dibistanê a xweş !
Eger li dibistanê di dema hewldana qeyd-tomarkirina zarokên we de hûn rastî pirsgirêkan werin, hûn dikarin di Facebook’ê da bi me re bikevin têkliyê û em jî Wezareta Perwerdahiyê agahdar bikin.